Karapetê Xaço - Hey Zalim
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Hey Zalim

Hey zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim
zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim,
Hey zalim ezî Koçer im xirabmal im, akincî me bê pergal im,
Rêwingî me bê heval im, wezî nexweş im gelekî bê hal im,
Gavê berê mi û lawikê mi diketa welatê xerîban û xurbetê,
Ez ê çiqa ji halê xu û lawikê mala xwe ra dinalim,
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim.
Hey zalim, hey zalim, keçik go lo lo lawiko wele tu kal î,
Keçik go lo lo lawiko wele tu kal î,
De lawik digo lê lê malxirabê, wele wez ne kal im,
Nêzîkê heftê , heştê not sal im,
De bila mala xweyê kalbûnê ne bi xana Xwedê be,
Îro li mi kalikê xortaniyê berê xwe ji mi guherand,
Wele qîza dilê xwe li mi sar kir,
Çi bikim jinebîyê malik xirabmalê, wej kêlekî malê me bar kir,
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim.
De wezê dibêjim Koçer im xirabmal im, akincî me bê pergal im,
Rêwingî me bê heval im,
De gavê berê min û lawikê min dikete welatê xerîban û xurbetê,
Ez ê çiqas ji halê xu û lawikê xwe ra dinalim,
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim.
Hey zalim, hey zalim, malxirabê, min sond xwarî naçim Dêrsima jorî,
Lê lê zalimê, minê sond xwarî naçim Dêrsima jorî,
Mi dî yeke li ser bi zêr e, enî kever dihatî, pezê li bêriya danê sibê ji xu ra dabû bêrî,
Mi go malxirabê nizanim ne tê qîzî, ne bûk î, ne jinebî, li mala bavê xwe da tu berdêlî,
Herê keçikê digo lo lo lawiko, bi Xwedê wezê ne qîz im, ne bûk im, ne jinebî me,
Ez ê di mala bavê xwe da berdêliya lawikê xwe me, zalim zalim.
De wezê dibêjim Koçer im xirabmal im, akincî me bê pergal im,
Revingî me bê heval im, ez ê nexweş im gelekî bê hal im,
Gavê berê min û lawikê min dikete welatê xerîban û xurbetê,
Ez ê çiqas ji halê xu û lawikê xwe ra dinalim,
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?