Karapetê Xaço - Hoy Li Min
wêneyê hunermendî:ê 79 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Hoy Li Min

Hoy hoy li min, hoy hoy li min
Oy oy li min yabo li min
Beriya Mişkina şewitî
Hoy dêran e pir hewa ye
Pozê Zinara Mêrdîna şewitî
Hoy dêran e li ber ba ye
Wele cegerê minê sosin
Dilikê min pola ye
Here kuro kêf û henekan
Bi min re neke
Hoy şewitî gundê me nêzîk e
Lo ji ber xuya ye
Hoy hoy li min hoy hoy li min
Of of li min yabo li min
Oy oy li min nemînim dîno
Hoy hoy li min, hoy hoy li min
Rebeno serê min diêşe
Dilê min di xemê da
Ava xuliyê Diyarbekira şewitî
Radibe tê Cizîra Bota
Diçe Mûsila şewitî serejêr e
Eger tê pirs û siwalê delêlî malê
Li wextê xerîbiyê ji min bikî
Wextê serê lawikê min dêşî
Bila here emrê min jê re
Oy oy li min of of li min
Oy oy li min yabo li min
Oy oy oy li min nemînim dîno
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?