Karapetê Xaço - Lawikê Metînî
wêneyê hunermendî:ê 304 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Lawikê Metînî

Lê lê dayikê heyranê tê rabe
Bi xwe ke bi xwedê ke roja şemiyê
Serê mi bişo û xemla min li mi kê
Bisk û tembalîka li ber a’nîka min de çêke
Hey lê lê lê
Hey lê lê lê lê
Hey lê lê lê lê
Hey lê lê lê lê
hey delalê

Heval û hogirê me çûne mixribî şêxa
Temamîka di geliyê kûr de
Keçik digo lê lê dayikê heyranê
Bişîne pey lawikê metînî delalî malê
Bila bêje nava sing û berê min keçikê
Hege tê min dixwaze bila gelo bê min bixwaze
Hege tê min direvîne bila bê min birevîne
Hege min narevîne sibê wê min birêkin
Hey lê lê lê
Hey lê lê lê
Lê lê, hey delalê

Ay feleka me xayîn welle me dixapîne
Mere nay bê hey dayê o

Lê lê dayikê heyranê
Kanîkê me şêxan û mîran li wî himberî
Keçik dibê dayik heyranê
Bişîne pey lawikê metînî, delalî malê
Bela ji nîvê şevan û pêştir
Bê nava xan û xetê mi gerdenê
Erê devê xwe têxe boz xazî qirikê
Nava hilî mircan û morîkê mi rebenê
Heta devê te bighîje binê qulpê guharê minî heyderî
Hey lê lê, hey lê lê
Hey lê lê lê
Hey Lê lê, lê lê hey delalê

Ay feleka me xayîn gidî me dixapîne
Mere nay bê hey dayê o

Lê lê dayikê heyranê
Kanîkê me şêxan û mêran çendî bi rêzên
De dibê, qîzê me derketin şev zerîne
Bûkê me meytanê firêzên
Keçik dibê dayik heyranê
Bişîne pey lawikê metînî, delalî malê
Hege tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Hege tê min direvîne bila bê min birevîne
Hege min narevîne sibê wê min bighwêzin
Hey lê lê, lê lê
Hey lê lê lê
Hey Lê lê, lê lê hey delalê

Ay feleka me xayîn, me dixapîne
Mere nay bê hey dayê o
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?