Karapetê Xaço - Lê Yeman
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Lê Yeman

Herê lê lê û lê lê lê lê lê lê lê lê û lê lê, zalimê havînê mi nekir kar û barê zivistanê,
Lê lê zalimê zalimê havînê mi nekir kar û barê zivistanê,
De gazî bike hoste Mûrad, bira bê li dikanê,
Bira xizêmekê ji pozê keleş gewra mi ra çêke zîvê Xuristanê,
Bira serî daneyne ba xwe di sedef û karîbanê,
De bira danîne ser sindanê lê nede bi keranê,
Helû bike bi zimanê derînê bir û çeva lê binê qiyasî pozanê,
De roja îda qurbanê wê keleş gewra minê têxe pozê xwe,
Meş bike perê govendê, her dîlanê yaman yeman yeman dilo.
Erê lê lê zalimê, mi go hayê sed carî dilê mi bi hayê,
Lê lê bilmezê, mi go hayê sed carî dilê mi bi hayê,
De bejna te zirav e ta rihana de li heywanê,
Eniya te kewej e, mîrata deq lê nayê,
De sing û berê te spî dike bîna pelek berfa li çiyayê Belqîzayê,
Çavê te direşin bîna çavên qîza paşayê bajarê Londerayê,
De hina ser tilî pêçîkê te bînana hina tilî pêçîkê Ûsiv û Zelîxayê,
De çawa Mem û Zînê li bajarê Cizîrê ketine bin ebayê,
Lê lê malxirabê, ev heft saliya minê ketî sala heştayê,
De wezê felek digerim ji xwe ra li dewran û li dinyayê,
Diçime Humikê dageriyame Humayê,
Ez ê diçûme Sêwiregê dageriyame Rihayê,
Çûme Kerkûkê dageriyame bajarê Londerayê,
De min ê ramûsanekê ji bejn û bala zirav stendiye,
Dikim nakim tama ramûsanê vê terezê bîna sêvê Meletî,
Pûrteqalê Bêrûdê, xurmekî Bexdayê, de hinarê Zivzikê, bastêqê Eglê, gûşîkî
tiriyê Sincenî,
Tama ramûsanê vê terezê ji dev û lêvê min dernayê, yeman yeman dilo.
Ax dilê lê lê lê yeman, lê lê lê yeman, lê lê lê yeman, lê lê lê yeman,
De mi go de te yarî te gotî min eman, rojekê kêf û şayekî li mala bavî sewdaliya
mi geriya,
Mi dî sewdayê avête serê xwe şarekî reşî Huma, li pişta xwe girêda mîratî kesrewan,
De çavê minî kete reşîkî kesrewanê ket bi erdê û qetil û qet neman sewdam lê lê.
Ax dilê lê lê lê yeman, lê lê lê yeman, sewdaliya minê lê yeman,
Dinya nema ji bo Rostemî Zal xwedanî gurzî giran,
Lê lê sewdaliyê minê dinya nema ji bûyî pêxemberî êxirî zeman,
Lê lê sewdaliyê dinya nema ji bûyî Cimcimî siltan di xerc û xirac distend ji
masîkî binî behran,
Yeman sewdaliya min yeman.
835
Ax dilê lê lê lê yeman, lê lê lê yeman,
Lê lê zalimê te min kirî del û dîwanekî avêtî bajarê Misûlê,
Xweş tê dengê şîrqeşîrqê kelek û li rûbarî wergeriya,
Lê lê sewdaliya minê te bajarî, evdalê nava welatî bajarê Bexdayê ciyê Ereban
wan şerqiya,
Lê lê zalimê te mi avêtî bajarê Rewandizê ciyê kihêl û manekiyan,
Yeman yeman yeman sewdaliya min yeman.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?