Karapetê Xaço - Qasimo
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Qasimo

Qasimo birayê mino, şevê di şevreşa,
De Qasimo birayê mino, şevê di şevreşa,
De giran e nijda Xisalkan û Gêsa xwe berdane dora gundê Cano,
Ketine xunebara xwe berdane bendê hewşa,
Û derbekî lê dane li Qasimê Meyro, delalê dilê xanim xatûnê,
Û ji mala Qasimê Meyro qelandin tovê ebareşayê,
Û menal, menal, menal, Qasimo bira ti menale,
De gavê ti dinalî li mi xew nayê, gavê cî şer û qewxayê bi Xwedê sebra dilê
min î bi te nayê lo bira.
De Qasimo biray mino, şevê şev barana,
De Qasimo û biray mino, şevê lo şev barana way,
Giran e nijda Xisarkan û Gêsa xwe berdane dora gundê Cano,
Lawo ketine hewşa, xu berdane xunebara,
Û derbekî lêdane li Qasimê Meyro, delalê dilê xanim xatûnê,
Û ji mala Qasimê Meyro qelandin tovê xweşmêr û nijdevana lo bira,
De menal, menal, menal, menal Qasimo bira ti menale,
Û gavê ti dinalî lawo li min xew nayê, gavê cî şer û qewxayê sebra dilê min î
bê te nayê lo bira.
De Qasimo bira min û xirabe gundê Cano bi kirav e,
De divê ba tê baran lo qet venake,
De mala Qasimê Meyro delalê dilê xanim xatûnê,
Par vî çaxî ciyê şêwr û mişêwra bû û sala vê salê,
Derbekî lêdane li Qasimê Meyro delalê dilê xanim xatûnê,
Û Mala Qasimê Meyro bîna xanek ji xanê di xirabe,
De menal, menal Qasimo bira ti menale,
Û gavê ti dinalî li min xew nayê, gavê cî şer û qewxa sebra dilê mi bê te nayê lo birayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?