Karapetê Xaço - Saliho û Nûrê
wêneyê hunermendî:ê 103 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Saliho û Nûrê

Nûrê dibê Saliho rebeno
Dilê min bi dinyayê qet tunîne
Saliho lo ay pismamo lo
De rabe malik ji mala mîratê lo lo lo

Wele xwedanî xêra li gundê me tunîne
Çawa destê Salihê min xistin darê kelepça
Diyariya Diyarbekira şewitî dikudîne
Dibê wezê têlê li ser têlê bişidînim
Wezê Salihê xwe ji Hepsa Cimûryetê bi zor derînim
Saliho lo ay pismamo lo
De rabe ji emrê xwe de çardeh saliyo lo
Nûrê dibê Saliho rebeno
Wezê îro Diyarbekira şewitî li têlê xim
Saliho la kuramo lo
De rabe malik ji mal a mîratê lo

Wezê morê keya bi keya li teya bînim
Li mezbetê bixim
Wezê Salihê xwe ji hepsa Cimûryetê
Bi zor derêxim
Saliho la ay kuramo lo
De rabe malik ji mala mîrato lo
Nûrê dibê Saliho lawo
Çûme Diyarbekira şewitî bi kevirê birî
Saliho la ay pismamo lo
De rabe ji emrê betal be talan lo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?