Karapetê Xaço - Sarê Rabe 2
wêneyê hunermendî:ê 25 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Sarê Rabe 2

Sarê rabe êvar e, mehrûmê rabe êvar e.
Sîka girtî dîwar e lo, sî daketin zinar e.
Kese li gundê me tune lo, ji xeynî me dost û yar e.
Sarê hato ji bêriyê, mehrûmê hato ji bêriyê.
Kefî girêda li eniyê lo pêşmal sor e li pêşiyê.
Sarê qîza xelqê bû mihbeta dilê mi ketiyê.
Sarê tu sara min î, mehrûmê tu sara min î.
Mi bi xulama gerdenê lo, şêbiskê meqeskirî.
Şêbiskê meqeskirî lo, dor simbêla herbilî.
Goşt qelewê nedînê lo, li ser nanê genimî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?