Karapetê Xaço - Sarê Rabe
wêneyê hunermendî:ê 118 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Sarê Rabe

Sarê rabe êvar e
Marûmê rabe êvar e
Sarê rabe êvar e
Marûmê rabe êvar e

Sîka girtî dîwar e
Lo sî daketin zinar e
Kesek li gundê me tu ne lo
Xêynî me dost û yare

Sarê hat ji bêriyê lo
Marûmê hat ji bêriyê
Sarê qîza xelkê bû
Mihebeta dilê min ketiyê

Sarê tu Sara minî lê
Marûmê tu sara min î
Min bi xulama gerdenê lê
Şêbiskê meqeskirî
Şêbiskê meqeskirî lê
Dor simbêla herbêlî

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?