Karapetê Xaço - Silêmanê Mistê
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Silêmanê Mistê

De here lê dayê, ha dayê ha lawo
Xato digo Silêmano lawo
Û dilê min rebenê lawo
Vê sibekê dilek dîn e
Min gote neçe pêşiya terş û talaşê Mala Faro
Û lawo ji Gaza Zenga
Ji Çemê Qûmariya venegerîne
Min go Mala Faro
Maleke ji ber û paş de
Dibên tivingçî ne
Wê derbekê li bejn û bala Silêmanê Mistê
Û li Birahîmê Mamûdî xweşmêr
Wê bixîne dayo

De here lê dayê, lê dayê
Xato digo Silêmano lawo
Û şerê çêbû li Gaza Zenga lawo
Bi kerek per e
Min dît çend peyayê Mala Faro
Ketin Çiyayê Kolik
Weza dêranê xwe berdane
Gelo tevdîra şer e
Îro derbekê lê dane
Li bejn û bala Silêmanê Mistê
Li Birahîmê Mamûd
Lawo dibê Cemîl ketiye berê vê çardarê
Û çardara Silêmanê Mistê
Birahîmê Mamûdî xweşmêr
Û heyla lawo dîsa birine bi xwe re

De here lê dayê, lê dayê
Xato digo Silêmano lawo
Û Xwedê şer e lawo
Vê sibekê min şer navê
De giran e eskerê Cemîlê Çeto
Kete Diyarê Kolik û Hafa Çemê Memika
Aqarê Dûsadekê
Lawo kitekitê siwaran xwe berdane
Wî alî avê
Û îro derbekê lê dane
Li bejn û bala Silêmanê Mistê
Li Birahîmê Mamûdê xweşmêr
Dibê lawo ketine ber darê çardarê
Û çardara Silêmanê Mistê
Birahîmê Mamûdê xweşmêr hey lo lawo
Dîsa bi xwe re birine malê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?