Karapetê Xaço - Yane Yane
wêneyê hunermendî:ê 69 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Yane Yane

Ay lê yane yane îro min go yane
Min go Deşta Sirûcê deştekî pan e
Sibe ye
Dûmanekî girtî erdê
Mijekî girtî ezman e
Hinekan digotin berf e
Hinekan digotin baran e
Hinekan digotin siwarên ereban û Iniza
Li ber hev didane
Hey mêvano
Ay li yane yane yane
Min go êvar e cerdekî siwaran
Derketî ji xêmê binê beriyê
Lo êvar e cerdekî siwara
Derketî ji xêmê binê beriyê
Bala xwe didime van siwaran
Nizanim kî û kê ne
Hinekan digotin Evdilê Îsê lo
Hinekan digotin Siwarê Paşê lo
Hinekan digotin Siwarê Hemê Mûsikê lo
De keçikê ji binê konî babê xwe derketiye
Şimikeke zîvîn li piyê xwe xistiye
Dibê ev siwarê hanê
Ne Siwarên Paşê ne
Ne Siwarên Hemê Mûsikê ne
Ne Siwarên Evdilê Îsê ne
De kurî Mamê ne
Ji êvara Xwedê heta şerqa sibê
Mêvano lo lo lo
Ay li yane yane yane
Min go ji înê hatî welatê înê
Stêrekê li Mila dî
Stêra berê Medînê
De şewq û şemala xwe da
Sûka Diyarbekir Sûka Mûsilê
Welatî Mêrdînê
Keçikê digo
de lê lê mala min nexweş e
Di nava vê nivînê
De lê lê malê ji malê dinyayê têr nabe
Ezê rabim kirasekî sorî
Şiftelî Helebê
Li bejn û bala xwe kim
Guharekî Heyderî
Xilxaleke Erebî
De taseke zêrî bavêjim serî
Bi Xwedê xem û xiyalên dinyalikê
Gelekî zehf in
Ezê nîvê şevan û pêştir
Bi lawikî mala xwe re birevim
Hey mêvano
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?