Karapetê Xaço - Zembîlfiroş
wêneyê hunermendî:ê 152 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Zembîlfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîne
Rebeno zembîla tîne
Li sûk û li mihela digerîne
Li sûk û li mihela digerîne
Gul-Xatûn li bir rê dibîne
Aqil diçe, sewda dimîne

Zembîlfiroş lawikî Derwêş e
Bi rebeno lawikî Derwêş e
Kerem bike tu were pêş e
Bihayê zembîlê xwe bêje

Xatûnê wez tobedar im
Hirmetê wez tobedar im
Ez ji rebê jorî nikarim
Zar birçî ne li mal in
Zembîlfiroş lawikê Ebas e
Rebeno lawikê Ebas e
Bi tena derpî û kiras e
Ji destê Xatûn nabe xilas e

Xatûnê gerden bi morî
Delalê gerden bi morî
Şixûl nabe bi kotek û zorî

Zembîlfiroş çû Kela Mîrê Rewan e
Bilind e xwe di kelê de berda bû xware
Vê evdê wê bi gunekar e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?