Kardeş Türküler - Jîn û Hebûn
wêneyê hunermendî:ê 120 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kardeş Türküler - Jîn û Hebûn

ez xumxuma ava çeman,
ez çerx û govend û sema,
tîn im di nêv kat û lema,
jîn im, hebûn im, tevger im.

bayê siba tê xweş ez im,
berfa sibatê xweş ez im,
xurtî di latê xweş ez im,
hişk û ziwa bin, ez ter im

giranbiha me, zêr û dur
Ez dê û bav û xuşk û kûr
ez tim hebûn im, xurt û gur,
yaqût û lal û gewher im.

pêşve diçim kar û xebat,
di nav çiyan de hîm û lat,
pêlan didim zab û ferat,
çelq û xumîn û gur-gur im.

bihişt ez im, agir ez im,
bakir ez im, rakir ez im,
xemgîn kir û şa kir ez im,
herdem didim, ez na kirim.

pir xurt û hêz im ez hebûn,
ez pêşveçûn û serxwebûn,
herdem di nav damar û xûn,
ez her heme, qet namir im.

jîn im, bihar im har û dîn,
candar bi min herdem bi tîn,
min dane wan ev hilm û bîn,
dinêv hebûnê cîgir im.

herdem heme, peyda me ez,
tava riwê xeyda me ez,
cama bi dest seyda me ez,
ez ol û vîn û bawer im.

ev ax û ba û av im ez,
ev pêtî û alav im ez,
xweş ronî û pertav im ez,
xurtî di zendên karker im.

Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?