Kardeş Türküler - Siya Şaperan
wêneyê hunermendî:ê 119 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kardeş Türküler - Siya Şaperan

Westiyan
Li hev nêrîn
Westiyan

Şaperên xwe vekirin
Şaperên mîna reşmalan
Ji rêya dûr hatina ey lawo
Ji nav êl eşirên biyanîyo
Ê lawo
Ev kilamê bêdengiyan e
Bihîse lawo

Li hev nêrîn
Nêrîn, nêrîn û nêrîn

Bi çavên beloq bi çavên tûj
Bi çavên kesk çavên şîn
Bi çavên zer çavên sor
Bi çavên dûr çavên kor
Ey lawo lawo
Bi çavên nêçirvanên dilsoj

Ez teyr im têyre tawus li ser şengalê
Ez aramî dixwazim ey nêçirvano
Ez baz im teyrê baz dixwazim hawarê
Li zinaran hêlina min esmanî d’ramûsim
Li zinaran qet natirsim ey nêçirvano
Li zinaran hêlina min daxwaz bi gaz im
Li zinaran qet natirsim ey nêçirvano

Ez teyrê bêwar û waz im
Li darê dinê
Ez li qewme xwe digerim ey nêçirvano
Li çiyayên asê çerx im bi tenê

Ewrên sor dibare
Li esmana şaperên wan dîsa mezin bûn
Ey haware
Ketin nav şerê axir zemanê
Ew şerbaz in
Ew şûrbaz in
Ew çavsoriyê naxwazin

Êêê lawo çîroka me ûsa xûya ye
Dîroka me ûsa xûya ye
Eve kilamê bedengiyan e
Bihîse lawo

Bi şev û roj teyra şer domand
Edî westiyan
Lê westa xwe girtin
Ew nasekinin
Ax, ji nav hengame şerî, her teyr bi çengê xwe firî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?