Karim Kaban - Yaran Wesyetim
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karim Kaban - Yaran Wesyetim

Yaran wesyetim eme bê latan
Herçen kewtûme dûre willatan

Tenya gorrkem le rêy xêllan bê
Nizîk hewargey caf û goran bê
Kîlêkî berzîş be qet ballay (şem)
Le jûr serim bê, bê ziyad û bê kem

Yaran wesyetim eme bê latan
Herçen kewtûme dûre willatan

Taqêkîş wêney taqî biroy ew
Ke sucdegahî giyanim bê be şew
Binûsin be xwên cergî ser kirdûm
Ke min be tîrî destî (şem) mirdûm

Yaran wesyetim eme bê latan
Herçen kewtûme dûre willatan

Çunke ew (şem e) tatarî çîne
Le deşt bêzarew û çiya nişîne
Belkû hellkewê le ragozarê
Rêgay bixate ser gorrim carê

Yaran wesyetim eme bê latan
Herçen kewtûme dûre willatan

Bizanê kuştey destî xoyetî
Le xaka meylî reng û boyetî
Ciwabî pirsyarî gorrîşim waye
Yarî mehşerim şerrî leyla ye

Yaran wesyetim eme bê latan
Herçen kewtûme dûre willatan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î