Karwan Kamil - Binaz
wêneyê hunermendî:ê 63 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karwan Kamil - Binaz

Binaz were da li bejina te bialim
Sehike çava çend xerîb û bêhalim
Şevên tarî herdem bo te şemalim
Bawer bike ez bo te kes û karim

Dêhêm serê xo li ser sîngê te danim
Bawer ji te dikem ji ber hindê ya jivanim
Hembêza te parastîm û ciwanim
Ji xeyrî te kesê li dilî nadanim
Min ji dil tu divê ez ne ya peşîmanim
Dwîr nekeve bê te ya bê xudanim

Binaz were da bizanî çend hej te dikem
Serxatira te eşqê bi gula ava dikem
Navçavên te û tibilên nazik maçî kem
Te bikem şahjin dilê te ji xo razî kem

Taca serî herdem ji te razî me
Her çi bêjî axaftina te zêrîne
Bawer ji te dikem bes dilê min bihelîne
Xo nêzîke nazdara xo bi nazîne
Serdestêt xo min bêhuş ke û binivîne
Ez ya te me xema ji dilî birevîne

Dêhêm serê xwe li ser singê te danim
Bawer ji te dikem ji ber hindê yê bi jivanim
Hembêza te parastîme û ciwanim
Ji xeyrî te kesê li dilî nadanim
Min ji dil tu divê ez neya peşîmanim
Dwîr nekeve bê te ya bêxudanim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î