Karwan Osman - Camî Lêwit
wêneyê hunermendî:ê 51 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karwan Osman - Camî Lêwit

Camî lêwit firu bêne bo ser lêwim
Bo nazanî çend tînum û çend peşêwim
Bê defterî dillim tey ke, diyarîye
Her bo karaskî çawî to cê yarîye
Min azarî xom xoş dewê û makî xome
Hergîz xemê bo xom naxom xemî tome

Ba çawî to bo kuştinim terxan nebê
Ba zulfî lûl min şêt neka û pexşan nebê
Ba axir bê hatûçokey wek caranit
Meyke be tof rişênekey beharanit
Çaw dagire, lêt hatuwe, bellam be naz
Melî dillim destemoye, boçîte baz

Xwa pêdawî ciwanît heye lêm bipirsin
Xwa pêdawan toy lê derçê êsik qursin
Ew ciwaniyey lay to nebê key ciwanîye?
Şanim barî to hellnegrê pê şa nîye
Boye şanim daye barî em xulîyaye
Dinya be bê ewînî to hîçî tiyaye

Legel tenafa qollî tom bikrête mil
Le çawî pîsî cellada debim be gil
’aşiq nîye lem dinyaye bigat be min
Dêwanekan min raberim bo kwê deçin?
Girî girî xirr bibinewe rojî ceme
Rêy hemûman bo layeke, berew şeme

Honrawe:hesîb qeredaxî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?