Karwan Osman - Cejnî Merg
wêneyê hunermendî:ê 49 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karwan Osman - Cejnî Merg

Cejnê be şêwey peşêwî û be şîn
Be ah û of û be nalle û girîn
Be awazî dill, dillanî xemgîn
Be ahî sard û be bijey birîn
Xuşkan le xwêna çeqîw ta keman
Bo her la birroy şîn bê seranser

Cejnê cêy bînîn jûrî zîndan bê
Cejnaney lawan, kotî giran bê
Şadî û bezimman ciger êşan bê
Yaxwa ew cejne be zehrî mar bê
Ew cejne korrî şîn û şepore
Dill pirr le zam û jiyan serşorre

Cejnêk cejinme, xakî nîştîman
Jêr çepok nebê, bijî kameran
Korrî lawanî le derd dirawim
Xwênî gencanî, kurdî kujrawim
Bîsênim ewsa nanî birrawim
Destgîrim bibê ta bê henawim
Ewsa pirr be dill ellêm şadî ye
Ellêm wa cejne û gel azadî ye

Şêrko bêkes
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?