Kasım Taşdoğan - Nav Şêrîna Min
wêneyê hunermendî:ê 844 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kasım Taşdoğan - Nav Şêrîna Min

tu hatî navşêrîn a min
evîn û xemrevîna min
were xweşke birîna min

bi xemla xwe tu wek zîn î
şepal û şeng û şêrîn î
ji dozê ra tu durbîn î

bi dildara xwe pir rind î
bi rûheyv û şekerxendî
di vê rê da hunermend î

ji min can û ceger kuştin
dil û mêlak hemî mijtin
tijî tîr û ber û xistin
bese ev jîna berbatî

bese ey dilber û gawir
nebarîne li min awir
te can û dil kirin agir

xerab hatin vê meyxanê
me mey da ehmedê xanê
cizirê te kirî fincanê

hezar û sed evîndar in
di vê rê da birîndar in
bi qêrîn û bi hawar in

cegerxwîn bes bike forta
te dil da ber şûv û rota
tu pîr î lê wekî xorta
bi xwe kohê ereratê

*Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î