Kawis Axa - Çemê Çetelê
wêneyê hunermendî:ê 179 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kawis Axa - Çemê Çetelê

de xalo xalo û xalo
çemê çetelê çemekê sare xalo
û de çemê çetelê çemekê sare
kesî xêr xwaze ciwabekê bibîn ji xalê min abdo begêra
belê çemê çetelê le dişte potîna
welatê xarîb û xurbete karê xwe bike xalo
belê bende romîyan bendeke girane
destê min di kelepçêde rizîyane xalo
weyde xalo xalo xalo ez girtîme xerîbeye

de xalo xalo xalo çemê çetelê çemeki bi genime xalo
weyde xalo xalo xalo çemê çetelê bi genime
eskeren romê deste min xistine kelepçe
berê min dane rêke dûr ez nizanim kuda diçû me
belê bende romîyan bendeke girane xalo
destê min di kelepçêde rizîyane xalo
weyde xalo xalo xalo ez girtîme xerîbeye

de xalo xalo xalo çemê çetelê çemekê bi repine xalo
wey de çemê çetelê çemekê bi ripine
kesî xêr xwaze ciwabekê bibin ji xalê min abdo begêra
bele çemê çetelê deşta potîna
welatê xerîbe xurbete karê xwe bike xalo
belê bende romîyan bendeke girane
destê min di kelepçêde rizîyane xalo
weyde xalo xalo xalo ez girtîme xerîbîye
Gotin û Muzîk: Geleri
Şîrove
logo
Mehmet Gültekin 15-05-2020 09:32:19
Roj baş<br>Kilameke dîrokî ye. Hin Dengbêjên Serhedê jî distirên. Du tişt girîng in; di rastiyê de Deşta Potînê nîne! Deştek bi navê Potînê tune ye. Ew Deşta Parsînê ye, Kawis Axa weke Porsînê telefûz dike. Ev deşt di navbera Erzirom û Elaşgirê de ye. Kurd wê du par dikin, Parsîna jorîn, ango bajarê Parsîn, Hesenqele(Horasan), Parsîna jêrîn, ango Qereyazî Xinis, Tekman û Xaylaz.<br>Ya diduya navê xalê Elî ne Ebdo ye, Hemzo ye. Ew ji herêma Makûyê bû, ji eşîra Heyderan. Elîyê xwarziyê wî dîlgirtibûm anîbûn kela Bazîdê, dema ku wî û girtîyên din berbi Erziromê sewq dikin, Hemzo tev merivên xwe tê wan rizgar dike, Elî hildide terkîya û berbi Îranê dajon. Di rê de li nêzîkê Çemê çetelê li herêma Ebexê(Çaldiran) mîlîsek gullekî berdide wan, Elî Xwarzîya tê kuştin. Kilam li ser vê bûye hatiye çêkirin. Nav mûhîm in bona ku bingeha kilaman winda nebin.<br>Silav <br>

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î