Kazo - Buhar Havîn
wêneyê hunermendî:ê 52 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kazo - Buhar Havîn

Buhar havîn emrê ciwan
Dinya çû wek xewê şevan
Pelê dara min weşandin
Kete li ser av û çeman

Were neke were neke
Çave xwe'j ronikan veke
Te ez kuştim bi van çavan
Wa ez diçim mi'j bîr neke

Ji evînê neke kînê
Dildarî xweş e evînê
Dema ez çûm vê dinyayê
Êdî neke bo min şînê

Were neke... (Dîsgotin)

Rêwingi m ez rêkam dûr e
Jidûrketina te pir zor e
Min koça axiryê bar kir
Min têr nedît gula sor e
Hêsîr û ber deryê te mam
Te negot kerem ke jor e

Were neke... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Kazo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?