Kazo - Newroz
wêneyê hunermendî:ê 37 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kazo - Newroz

Newroz buhara şîrîn
Kanî rûbar xemilîn
Şahî cejna Newrozê
Nojdara dilê birîn

Newroz newroza me ye
Pîroz bit sersala we ye
Her sal her dem wê rojê
Cejn û seyrana me ye
Her sal her dem wê rojê
Cejn û dîlana me ye

Newroz heyva adarê
Cotkar rabûne karê
Rengê gul û sosina
Bû mizgînya buharê

Newroz newroza me... (Dîsgotin)

Newroz şahiya dilan
Dermanê derd û gulan
Geş kin agirê newrozê
Ji boy azadiya gelan

Newroz newroza me... (Dîsgotin)

Eva cejna newroz e
Hem cejn e hem jî doz e
Tu hebûna me kurdan
Me dabû peyman û soz e

Newroz newroza me... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Kazo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?