Kazo - Te Bir Ha Te Bir
wêneyê hunermendî:ê 29 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kazo - Te Bir Ha Te Bir

Mêvan im ez îro li te
Gelek şa bûm bi dîtna te
Ger min hebît hezar yek can
Ez ê qurban bikim boy te

Li ser mila por û kezî
Çavê min dît dilêm lerizî
Êdî bes e bavzalimê
Te ez kirim ta û derzî
Te bir ha te bir ji xwe ra dil
Tu melhema lê wî dilê qul
Min dil da te bi hêsîr jar
Min nehêle lê bê dost yar

Çi xweş şêrîn e yara min
Ah û hesret hebûna min
Di nav baxê dilê min de
Gula sor î lê berbîna min

Li ser mila... (Dîsgotin)

Me dil da hev bi ciwanî
Me dara azadiyê danî
Hişk nabe dara jiyanê
Dema tu nav dilan danî

Li ser mila... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Kazo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?