Kazo - Tu Zanî Şêrîna Min
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kazo - Tu Zanî Şêrîna Min

Şêrîna min were ba min
Şêrîna min ez bêhal im were ba min
Ku tu ji min bawer nakî nayî dîtina min
Piştî ez bimrim tu qet neke şîna min

Şêrîna min çare nîne
Çavreşa min nava cergê min bixwîn e
Sebeba me ev dil e bo te evîn e
Her dem bi hawar û axîn û gazîn e

Şêrîna min, çavreşa min
Delala min, şiyar im bê te xew nayê
Hêsirên çavê’m dibare, ray lê nayê
Te ez dîn û har kirim, berdam dinyayê

Şêrinamin tû dizanî
Nava cerg û dilê min birîn te danî
Tu were derman bike êşa wê canê
Şiyarê te koçber bû çû goristanê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?