Kazo - Were Lê Lê
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kazo - Were Lê Lê

Min bihîstî te mêrkirî dil da yekî dinê
Ma qey ez ê çibkim zalim bê te way liminê
Çiya û banî digerim mabûm ez bi tenê
Dildan çare nîne keçê piştê mêrkirinê

Were lê lê were lê lê lê zalim yarê
De zû were ez bibînim te çavxezalê

Min go keçê min dil da te bi hêsir jarî
Min nezanî tû xayin î ji min re neyar î
Min û te bi hev ra soz dabû li binya darê
Dil şewitî agir pê ket şoyla te yarê
Ser dilê min neqetîne gulê buharê

Were lê lê were lê lê lê zalim yarê
De zû were ez bibînim te çavxezalê

Rûniştime sêr dikim Deşta Heranê
Dilê min dihele jî wek Behra Wanê
Hawar dibêjim dinalim sebra min kanî
Roj l'min reş bû dinya li min bû wek zindanê

Were lê lê were lê lê lê zalim yarê
De zû were ez bibînim te çavxezalê

Gotin û Muzîk: Kazo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?