Kazo - Tu Çûyî Yarê
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kazo - Tu Çûyî Yarê

Tu çûyî yarê te negot min xatirê te
Xwezil nizanîba çi bû gotina te
Bila kes nebîne derdê cûdayê
Ev çend sal e dil disoje li hêviya te

Yarê bê te ez bê kes û xerîb im
Bê can û dil bê dost û bê hebîb im
Ew gava eşqa te ket nava dilê min
Birîndar û nexweş im bê tebîb im

Yarê dilê min ji xema nalîn tê
Xelq û ’alem bo halê me gîrîn tê
Heçî nekişayê derdê evînê
Bi jiyana evîndara kenîn tê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?