Kenan Sozdar - Bila Bimrim
wêneyê hunermendî:ê 390 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kenan Sozdar - Bila Bimrim

Şevê din min xewnek dîtibû
Lê di wê xewna xwe da
Ez hişyar bûm ronîkê min ser balîkê min diweşî !
Min çavê xwe derûdora xwe gerand
Lê min dîsa xwe tinê dît !
Hey zalim, hey bêbext, ji bona te ye tu nabînî.. yarê..
Ez nexweş im, ji bona te halê'm yeman e
Birîndarê bejna te me, derdê'm giran e
Hekîm dibê dîtina yarê ji te ra derman e
Çima nayê ? çima nayê ? Ji bona min yarê !

Bila bimirim çavê reş merzelê min be
Bila bimirim xemla te kefenê min be
Bila bimrim eşqa te ser dilê min be
Bila bimrim, bila bimrim bona/seva te yarê

Dengekî xweş li min peyda, ew dengê te ye
Dîsa çavê'm ronahî da, ew rengê te ye
Nalînek çû dilê min da ji bona te ye
Çima nayê çima nayê ji bona min yarê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î