Keremê Erefat - Bedewê
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Keremê Erefat - Bedewê

Herê tê çima wisa pir bedew î, notlanê, gulsosinê, terazina berbiroyê,
Çavê te yê belek e xoş kil dayê,
Sûretê te yê sorê xalxalî agir dayê,
De çend sal e îsal tu li mi hêsîrê qampanata lo destûr dayê,
Ax teresê lê êê way, ax merezê lê ê ê way, avil heyatê lê, ax merezê lê lê.
Êrê kurmalê, xwezila malê me danîbûna, fêza belekiya bi firar e,
Wî terezê bejna te zirav e nolanê spîndarê,
Kewa gozel enîkever e, gulî çil û çar e,
De rezê go na şemdana şevê, bûme stûxwar e,
Ax teresê lê, ax merezê lê, avil heyatê lê, ax merezê lê lê.
Wî teresê, şare bilbil sekiniye ser zinar e,
De wê ça halê dilê mi ra divê û dinale,
Me tê kewa gozel û qerî dev û zar e,
Ez evdalê Xwedê, seva bejna bilind bûme tengezar e,
Ax teresê lê, ax merezê lê, avil heyatê lê, ax merezê lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?