Keremê Erefat - Hey Wayê
wêneyê hunermendî:ê 20 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Keremê Erefat - Hey Wayê

Hey wayê, hey wayê, hey wayê,
Ez ê derketim derê dîwana Bavê Şemo,
Sekinîm gelo çima min şerm nekir,
Maqûlo, ez ê derketim derê dîwana Bavê Şemo,
Sekinîm gelo çima min şerm nekir,
De minê qasekê şerê mêrxasa, egîda, efata, orta meydanê tamaşe kir,
De minê, orta meydanê tamaşe kir,
Fatimê gote Medînê go lêxin, teyrê mala bavê min de hûn lêxin,
Qeymeqamê Deşta Mûşê serê şêxê Amedînê pêşberî koçka belek serî lêxin.
Ez Hesen im, Hesenê delodîn im,
Destê xwe davêjime gulsosina diçirpînim,
Lo xweyo ser birînê xwe datînim,
Hey wayê, hey wayê, hey wayê,
Siba van çaxa ez ê birca belek xira bikim,
Gozekewê bikime tewlexana hespa,
Nîveka wê bikime mereka kayê,
De nîveka wê bikime mereka kayê,
Hetanî hêsîrê azadê werine hewarê vê recayê.
De vê sibê dilê mi dibê ye,
Maqûlo vê sibê dilê mi dibê ye,
Zordir Basaxan ne li vir e li Wanê ye,
De ne li vir e li Wanê ye,
Leyl Mezrûm rijiyaye rûbarî erdê ye,
De wê ça Leylî Mezrûm rijiyaye rûbarî erdê ye,
Gulsosina avêtiye çokê devê ye,
Konê reş î erebî rakirine ser darî dar rimê ye,
De wê ça konî reş î erebî rakirine ser darî dar rimê ye,
De loy lo, de loy lo, de loy lo, ne li malo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?