Keremê Erefat - Lo Lo
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Keremê Erefat - Lo Lo

Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, dû Gêdûga şewitî darî mezî,
Maqûlo, dû Gêdûga şewitî darî mezî,
Elongê Mîro sê mêrê cerdê kuştine,
Karabîna Elongê Mîro, orta meydanê barûda hûr dixwazî,
De orta meydanê barûda hûr dixwazî,
Pey Elongê Mîro bûye hewar û gazî,
Bajo axawo tu xweşmêr î,
Êla Mîrongayê êleke giran e, tu carî bê te nabe.
Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, dû Gêdûga şewitî wê kevir e,
Maqûlo, dû Gêdûga şewitî wê kevir e,
Elongê Mîro sê mêrê cerdê kuştine,
Birînê wana ne şûr û riman e,
De birînê wana ne şûr û riman e,
Tu carî lo xweyo kemagir e,
Bajo siyaro tu xweşmêr î.
Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, dû Gêdûga şewitî wê zebeş e,
Maqûlo, dû Gêdûga şewitî wê zebeş e,
Elongê Mîro sê mêrê cerdê orta meydanê kuştine,
De wê ça sê mêrê cerdê orta meydanê kuştine,
Pey Elongê Mîro bûye hewar û gazî,
Nîgarê bida hin direve lo xweyo him jî dimeşe.
Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, çaxê dora Eloyê Mîro digirtin,
Maqûlo, çaxê dora Eloyê Mîro digirtin,
Pêra derketiye Silêman Axayê kurap, Evdalê bira welgerandiye rûbarî Ava Reş e,
De wê ça welgerandiye, rûbarî Ava Reş e,
Bajo axawo tu xweşmêr î,
Êla Mîrongayê êleke giran e,
Tu carî, tu wexta lo xweyo bê te nabe.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?