wêneyê hunermendî:ê 80 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kerîm Pinyanişî - Nazik

Dê Serê Xu Bi Zivrîne
Wan Çavêt Reş Bi Helîne
Wê Pirça Ser Çavêt Xu
Hêdî Hêdî Bi Hejîne
Te Ez Helandim Te Ez Bijandim
Te Bi  Wan  Çava  Ez Hejandim

Ey Dilê Min Nazika Min
Gel Te Xuşe Jîyana Min
Bes Vehîne Biskêt Cwan
Helyam Ne Mam Vîyana Min
Te Ez Helandim Te Ez Bijandim
Te Bi  Wan  Çava  Ez Hejandim

Destê Xu Bide Destê Min
Xoşke Behara Dilê Min
Vîyan Xoşe Di Gel Te
Tu Derman Ke Kulêt Min
Te Ez Helandim Te Ez Bijandim
Te Bi  Wan  Çava  Ez Hejandim

Hozan: Kerîm Pinyanişî
Swiss 2002

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?