Kewê - Ji Te Têr Nebûm
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kewê - Ji Te Têr Nebûm

Wele min go çiya nema em geriyan
Wele min go kanî nema lo me jê av vexar
Wele min go soz û qederê dinyayê nema Wey me ji hev danî
Min porkura Xwedê bextê reşo lo li ser me danî

Wele nebûm nebûm nebûm , ez ji te têr nebûm ez ji te têr nebûm
Wele min go 'emrê min qedîya ez ji te têr nebûm, ez ji te têr nebûm

Wele min go ez pîr bûme lo dil pîr nabe nabe
wele min go dil kafir e lo ray lê nabe nabe
wele min go eşqa dila wey betal nabe
Ezê sond bûxwim sonda qesemê hertim li dayîm te di dilê xwe da lo ezê şa kim.

Wele nebûm nebûm nebûm , ez ji te têr nebûm ez ji te têr nebûm
Wele min go 'emrê min qedîya ez ji te têr nebûm, ez ji te têr nebûm
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î