Kezîzera Xelo - Bavê Koroxlî 2
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kezîzera Xelo - Bavê Koroxlî 2

Lê ê ê ê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara,
De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara,
Wa vê sibê têlegrafekî ji Bavê Koroxlî hatiye dibê nizamê da, çima,
Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî,
Digo lê lê porê serê mi te kur be,
Gava erzek Bavê Koroxlî biqewime ez û tu mane çira,
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ay.
Lê ê ê wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima,
De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima,
Wa vê sibê Bavê Koroxlî sê gula birîndar e,
Biniya kanî nîzamê da çima,
De bejna Bavê Koroxlî dar e darê spîndar e, van siyarî tîtala,
Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî,
Digo lê lê porê serê mi te kur be,
Gava erzek Bavê Koroxlî biqewime ez û tu mane çira,
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ay.
Axayo tu axa yî, way tu gula mala Emer î,
Way tu çira mala nemir î,
Tu berxê Mala Bavê Xêlit î,
Şera da fenanî serê Rostemî Zal î,
Way tu ber destê dewleta eskerê Yalî Axa yî,
Wey bavo, wey bavo, wey bavo ay.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î