Kinyazê Hemîd - Zerîya Min
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kinyazê Hemîd - Zerîya Min

Gede lo bu îşev şev e şevşelî ye,
Kuro dîno, îşev şev e şevşelî ye,
Gamêşekî ber derê mala bavê te zayiye,
De tu werî bibe mi evdalê Xwedê mêvanî ye,
Zeriya minê wî lê lê, wî lê lê gewra minê, wî lê lê, wî lê lê oy.
Gede lawiko ev çi cot e çi cebar e di çelê da,
Kuro dîno, ev çi cot e çi cebar e di çelê da,
Cotê te bişkê gihangê te bimîne di tewlê da,
De tu were bibe mêvanê mi zeriyê da
Zeriya minê wî lê lê, wî lê lê gewra minê, wî lê lê, wî lê lê.
Gede lawiko îşev şev e şev ewrîn e,
Kuro dîno, îşev şev e şev ewrîn e,
Dêlekekê ber derê mala bavê te cewrîne,
Ez nexweşim halê mi tu nîn e,
Zeriya minê wî lê lê, wî lê lê gewra minê, wî lê lê, wî lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î