wêneyê hunermendî:ê 278 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Agirê Jiyan - Adarê

Çûme serê çiya yê Gebar
Kulîlk vebûn nexweş bihar e
Êdî bes e, zilma neyar
Gelek xweş bû şahiya adar

Adar xweş adarê kulîlka ber biharê
Me ne zordestî, kevneperestî
Me ne zilm û koledarî
Adar xweş adarê kulîlka ber biharê

Şervanê li ser zinar û lat
Dibezin ber bi roja felat
Gelê me rabe roja nû hat
Ew şehîdên rewşa welat

Li zindanan bi berxwedanî
Çendî şahîd serî danî
Standin dîroka tolanî
Li ser çiyan ronî danî

Gotin û Muzîk: Mehmut Yamalak
Şîrove: Koma Agirê Jiyan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?