Koma Agirê Jiyan - Demê Demê
wêneyê hunermendî:ê 82 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Agirê Jiyan - Demê Demê

Demê demê demê çi xweş e demê
Werin hev ra bigrin em eşq û semê

Cema me şûna Ehlî Beytan e Ehlî Beytan e
Sema me ye têra çend qiblegehan e
Riya me riya deh û du îmaman e
Xizir Hazir Nazir li ser riyan e

Demê demê demê çi xweş e demê
Werin hev ra bigrin em eşq û semê

Em ê biratî bikin rê û tevdîr rê û tevdîr
Em nabin hêsîrên ber zulmên mêr
Ew ê bê zemanên bi qeyd û bi nûr
Wê rabin zemanên tarî û zixûr

Demê demê demê çi xweş e demê
Werin hev ra bigrin em eşq û semê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?