Koma Agirê Jiyan & Şevval Sam - Birîndarim
wêneyê hunermendî:ê 146 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Agirê Jiyan & Şevval Sam - Birîndarim

Oy ez helwektem, dê bimrim
Wek dayik bavik, dê bimrim
Wek ferat û kelat bûm, de were
Hêjane çavê mino

Oy deşt û zozan tev şîn bûn
Heyv li ezman da geş dibû
Keç û xortan dest dan hev, de rabin
Benda te me were lo

Oy bê halim
Oy bîrindarim
Oy de were dilê mino
Oy lawê delal
Rabe delal bindestim
De were canê mino

Oy Şinda ketî, sebra min
Tu pepuko jor, mala min
Dixwinim didorim te, bîrindarım
Be halim dile mino

Ez ya xezal bûm, malê min
Tu bî neçirvan, gazîya min
Tu winda bû kendalade, sebra min
Şalûlim bi te re lo

Oy bê halim
Oy bîrindarim
Oy de were dilê mino
Oy lawê delal
Rabe delal bindestim
De were canê mino
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?