Koma Amara - Kobanê
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Amara - Kobanê

Koban dergûşa jînê ye

Pêlên çemê te dijwar e
Ji dîroka bav û kalan e
Ji kembera ereba re nebû war e
Tu dayîka pêxembera ne
Rodî pêşeroja kurdan e
Rawestgeha rêber Ocalan e

Vira deştika zêrîn e
Dîcle hebûnek ji vîn e
Tilîlî û xêlîya Arîn e
Deşta Kobanê bixemilîne
Vira deştika zêrîn e

Alavên agir li çar hêlan
Di nav de govenda lehengan
Henasek ji xaka pîroz in
Gela wê ji giyanê doz in
Stêrka sibê silava berbangê
Cangoriyên esrînî roj in

Bazên tolhildana te ye
Bi rih ceng xemilandine
Bi şox û şemala te ye
Ji nû ve jîn kemilandin
Bazên tolhildana te ye

Şer û awaza şoreşa rumetê
Berxwedana qirqê bîst û yek3e
Deşta Herran Pirsûs Kobanê
Agir dane xwe pîroz beyar e
Soz didin dîroka însan e
Azadî ji bo gellê cîhan e

Vira deştika zêrîn e
Dîcle hebûnek ji vîn e
Tilîlî û xêlîya Arîn e
Deşta Kobanê bixemilîne
Vira deştika zêrîn e

Gir Miştenûr pişta te ye
Kaniya kurda navê te ye
Şewqa nemir bejna te ye
Her navên te li er lêva ye
Keç û xortê te mil dide mil e
Kobane destana kurda ye

Bazên tolhildana te ye
Bi rih ceng xemilandine
Bi şox û şemala te ye
Ji nû ve jîn kemilandin
Bazên tolhildana te ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î