Koma Asmîn - Keçkê Gundê Me
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Asmîn - Keçkê Gundê Me

Keçkê gundê me çar in
Tev lo dilo lo dilo
Bi barîsk û guhar in
Jahr û vîn bara dilo

Keçkê gundê me şeş in
Tev lo dilo lo lo dilo
Gewr û boz û çavreş in
Bêkar û bara dilo

Keçkê gundê me sî ne
Tev lo dilo lo dilo
Bi tof û gerdanî ne
Dilo xembaro dilo

Keçkê me rêşînas in
Tev lo dilo lo lo dilo
Bi îşlik û kiras in
Way dilo haro dilo

Keçkê me xwendevan in
Tev lo dilo lo dilo
Çeleng û merhaban in
Bê cîh û wara dilo

Keçkê gundê me rind in
Tev lo dilo lo lo dilo
Nêzdar û serbilind in
Bê pişk û para dilo

Keçkê me bi xeml û xêz in
Tev lo dilo lo lo dilo
Xav û bejin dirêj in
Ey şermîzaro dilo

Keçkê me şox û şeng in
Tev lo dilo lo lo dilo
Bi nav û pir bideng in
Tîrêj bêçar e dilo

Tev lo dilo lo lo dilo
Jahr û vîn bara dilo
Bêkar û bara dilo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î