A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Koma Azad - Dayê
6 Xwendin
0 Ecibandin
Gotinên Stranan

Koma Azad - Dayê

Dayê Kurdistan dîsa dinale
Dîsa bi derd û xem lê ev çi hal e
Min go menale, ax û menal e
Dil serî rakir, şîngê dikole

Dayê Kurdistan dîsa bi hewar e
Çend hezar sal e li dest neyar e
Min go lê dayê dil sar e zar e
Dîl û perîşan birîn xedar e

Dayê Kurdistan dîsa bi axîn e
Dîsa gel rabû hêstiran dirijîne
Min go negirî ho qurban im negirî
Gel serî rakir alê dikşîne

Dayê menale dizanim derd û xemên te
Kul û kederên te, axîn û keserên te gelek in
Dilê te bi kul, her du çavên te şil in
Dilê min jî mîna dilê te bi êş û jana giran e
Di hindurê dilê min de, guregura agir e
Mîna agirê laşê çaran e
Mina agirê nava dilê Mazlûm e ku ji zindanan bilind dibe
Agirê dilê min mîna agirê nava Zekîya
Mîna agirê nava dilê Rehşan e
Bilind dibe li ser beden û singan
Agirê dilê min, agirê şoreşê ye
Şoreşa mezin gur dibe, tu caran venamire

Min go negirî ho qurban im negirî
Gel serî rakir alê dikşîne

Gotin û Muzîk: Nenas
Helbest: Adar Jiyan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?