Koma Azad - Rinda Min
wêneyê hunermendî:ê 77 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Azad - Rinda Min

Rinda min bi navê pir xweş e
Li ser sînga wê cenga geş e
Dilê neyaran dike reş e

Hey delala min Kurdistanê
Xweş hevala min Kurdistanê
Kar xezala min Kurdistanê
Tu bihişta min Kurdistanê

Şox û şeng e gelek şêrîn e
Ew bi taca zîv û zêrîn e
Serê neyaran dihêrîne

Bi xeml û xêze Kurdistanê
Bûke li benda karkeran e
Wê rizgar be ji bin destan e

Helbest: Girê Dersilê
Muzîk: Koma Azad
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?