Koma Azad - Yar Merhaba
wêneyê hunermendî:ê 111 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Azad - Yar Merhaba

Yar merheba yar merheba
Li min kurk e li te eba

Yar merheba şimik reşê
Dost merheba şimik reşê

Şimika xwe derxe derxe derxe
Şimika xwe derxe were hewşê
Ez ramîsim hey lo wey lo
Hey lo wey lo te çavreşê

Yar merheba şimik şînê
Dost merheba şimik şînê

Şimika xwe derxe derxe derxe
Şimika xwe derxe were rûnê
Ez ramîsim hey lo wey lo
Hey lo wey lo te xatûnê

Yar merheba şimik sorê
Dost merheba şimik sorê

Şimika xwe derxe derxe derxe
Şimika xwe derxe were jorê
Ez ramîsim hey lo wey lo
Hey lo wey lo te por sorê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Farqîn
Berhevkar: Yilmaz Dunen
Çavkanî: Xelê Hecî Xetîb
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?