Koma Azad - Delal
wêneyê hunermendî:ê 135 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Azad - Delal

Heywax delalo heywax
Derbasdibe dem û çax

Binêr ketim tengayê
Gazî dikim tu nayê
Ezê çawa xew bikim
Bê welat xewkam nayê
Dîsgotin

Ez bindest im ez hêsîr
Dest û lingên bi zêncîr
Hêvya te me delalo
Çavê min li çar hawîr
Dîsgotin

Ka destê xwe dirêj ke
Min ji vê çerxê xelas ke
Tu jî her wekî Kawa
Navê Kurd serfiraz ke

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Nenas
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?