Koma Azad - Kuro Were
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Azad - Kuro Were

Zivistan çû dem bûhare kulîlk bişkîvîn
Çiqas xweşe em li cem hev dilê me bi evîn
Zivistan çû dem bûhare kulîlk bişkîvîn
Çiqas xweşe li hinda hev ez û tu bi evîn

Were li hêvya te me
were li benda te me

Kuro were waxt derenge xwe bilezîne
Were vi xem û kederê ji dilê min derine
Kuro were waxt derenge xwe bilezîne
Were vi êş û elemê ji dilê min derine

Were li hêvya te me
were li benda te me

Kuro were vî kolanê li hêvya teme
Were em herin dîlanê li benda te me
Kuro were vî kolanê li hêvya teme
Were em herin seyranê li benda te me

Were li hêvya te me
were li benda te me
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?