Koma Berxwedan - Ax Kurdistan Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 500 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Ax Kurdistan Kurdistan

Derdê dilê min gellek in
Sed hezar in ne yek in
Pir salan man em bindest
Dujminê xwînxwar zordest

Ax Kurdistan Kurdistan
Navê te çi şêrîn e
Dinya alem dizane
Em şer dikin ji bo te

De zû bibe lê dayê
Destê xwe zû bigire
Bi rextan û bi çekan
Bi lez min bixemlîne

(Dîsgotin)

Ji bo serxwebûna te
Mezin bûye şerê me
Emê dujmin derxînin
Ji ser çiya û erdê te

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?