Koma Berxwedan - Bihar Xweş e
wêneyê hunermendî:ê 519 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Bihar Xweş e

Buhar xweş e çaxê gula
Çaxên kulîlk û sunbila
Newroz û sersala dila
Kengî bi xêr tu bêt buhar

Îsal zivistana me sare
Berfa sipî hûr têt xare
Xemilandin deştê û zinar
Kengî bi xêr tu bêt buhar

Buhar xweş e...(Dîsgotin)

Nahêle berf em derkevin
Em girtiyên roj û şev in
Xewa me naye, em rakevin
Kengî bi xêr tu bêt buhar

Buhar xweş e...(Dîsgotin)

Baran li berfa şev nîvî
Bê û li pey roj derkevî
Dîsa bi ser çiyan kevî
Kengî bi xêr tu bêt buhar

Buhar xweş e...(Dîsgotin)

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?