Koma Berxwedan - Çoxê Mino
wêneyê hunermendî:ê 423 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Çoxê Mino

Çûxê mino ji hiriya berana
(wey) malê mino ji hiriya berana
Dab û ristin bi destê nezana
(wey) malê mino bi destê nezana
Çûxik teng e nagihe milane
wey malê mino nagihe milane
Çoxê mino...
Malê mino...

Çûxê mino ji hiriya bizina
Wey malê mino ji hiriya bizina
Dab û ristin bi destê mezina
Wey malê mino bi destê mezina
Çûxik teng e nagihe bazina
Wey malê mino nagihe bazina

Çûxê mino ji hiriya bizina
Wey malê mino ji hiriya bizina
Dab û ristin bi destê mezina
Wey çûxik teng e nagihe bazina

Çûxê mino ji hirîya karika
Wey malê mino ji hiriya karika
Dab û ristin bi destê keçika
Wey malê mino bi destê keçika
Çûxik teng e nagihe zendika
Wey malê mino nagihe zendika

Çûxê mino ji hiriya karika
Wey malê mino ji hiriya karika
Dab û ristin bi destê keçika
Wey çûxik teng e nagihe zendika

Çûxê mino ji hiriya berana
Wey malê mino ji hiriya berana
Dab û ristin bi destê nezana
Malê mino bi destê nezana
Çûxik teng e nagihe milane
Wey malê mino nagihe milane
Çoxê mino...
Malê mino...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?