Koma Berxwedan - Efrîn
wêneyê hunermendî:ê 291 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Efrîn

Bi milyonan dil bi hev re lê didin hebûna te ey Efrîn, her bijî Efrîn Haaa, haaa..... her bijî Efrîn Efsûna xwezaya netewekî ye tu,
Bi xelekên agir gurz û gebenên te hatine hesandin Efrîna min,
Bi xêz û xalên hemû yêzdanên efsûne,
bi hemû hevokên nasîna bedewdariyê tu hatye xemilandin Efrîna min  Kî dikari destdêrijîyê bedena kember zêrîn, bûka welatekî birîndar biki? Ciyayên te yên bilind, axa te ya pîroz, kî dikari derbas biki? Ma ne eniya te ye çiyayên xwastiyan ta bircên meydanan
Di sînga te de heybeta çiyayê Hawarê, kembera te ji çiyayên Nînûn di hemî zewan de, deşta Qitixê û deşta Cûmê her demî de buye hêlîna şêr û pilingan. Dayîka Îştarên hemdemî, Efrîna min. Hêvî me ez, hêviya azadiyê me.
Hin caran bûm Bêrîtan, wek xencerekî ketim dilê îxaniyetê.
Yek caran bûm Zîlan, min şikand dest û pîyê dagirkeriyê.
Doh li Miştenûrê bûm Arîn Mîrkan, bûm mirina taristanê.
Îro li deşta Efrînê bûm Awesta Xabûr, teqiyam di mejiya dijminê xwînxwar de.
Ez jin im, hêvî me ez. Nêz dibim, mezin dibim, dibim azadiyê, dibim Efrîn. Efrîn, tu buye hêlîna şêrvan û berxwedêran, berfireh dibe, diheriki qadan.
Dibê xemla hemû şaristaniyan.
Ezim yê ku mirin jê ditirse, ezim yê ku ji mirinê jîn vejandiye.
Ezim yê ku şitla azadiyê bi destê xwe çandiye.
Ezim ez YPJ, YPG. Sondxwarê bi xwîna Demhat, Awesta, Reyhan, Arîn û Barîn.
Dê Efrîn li ser serê dagirkeran bikim dojeha li rû zemîn. Bi milyonan dil bi hev re lê din hebûna te ey Efrîn, her bijî Efrîn Haaa, haaa..... her bijî Efrîn Em zarokên agir û rojê ne birayo, ji pozbilindiya çiyayê Kurmênç hilperikîne rûxakê. Di berbanga sibehan re me ji hêsîrên dayîkên dilbisoz şîrê wêrekiyê û mêrxwasiyê vexwariye loo. Ger tu min nas nake, bixwîne rûpelê dîroka min dê ji te re bêjim kî me ez.  Ezim neviyê Hurrî û Mêdiyan, serkêş û mîrekê hemî şaristaniyan.
Di hemî şer û cengan de min şikandiye pozê dagirker û neyaran loo. Efrîn, tu ye dildara azadîxwazan.
Canbexşeyan xwe kirin sîpera parastina te. Ez jinim, jina serhildêrim, ez berxwedanim, ez serkeftinim.
Xwedawenda serkeftinê ku dîrokek nû û nûjen ji agir diafirînim ez.
Jinên çeleng bi tîpên zêrîn neqşandin navê te. Dê were ey dijminên mirovahiyê, vê carê jî bibarîn bombeyên xwe yên mirinê.
Te dev ber neda ji vî barbartiya bi salan, xwe digevizîni di nava xwîna gelan de.
Dê were bi kêriyên keftar û çeqelên xwe. Em li benda te ne li ser xaka xwe, li ber darên zeytunan.
Me têr vewxwariye ji kaniya fikir û ramanên apê xwe.
Bûne cangoriyên doza xwe.
Lewma jî em baş dizanin kîjan kêlîyê bimirin jibo rûmeta xwe.
Dê were ey xwînxwar! Lê baş zanîbe ev car ez wisa bi hêsanî nayêm daqurtandin, haa.
Şiqmê û darên zeytûnan bibin hestiyê gamasiyê bimînin di qirrika te ya gemar de.
Were, dê were bila dinya hemî bibîne. Li deşt û çiyayên Efrînê kî însan e, kî dijminê însanetiyê ye. Bi milyonan dil bi hev re lê didin hebûna te ey Efrîn, her bijî Efrîn her bijî Efrîn 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?