Koma Berxwedan - Feratim Kêferatim
wêneyê hunermendî:ê 277 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Feratim Kêferatim

Guj-guj û him-him hey hey
Feratim, Ferat
Xuş-xuş û xum-xum hey hey
Feratim, Ferat

Feratim, kêferatim
Karim, ez xebatim
Jîn im û ez felatim
Wa ye ez pêk hatim

Wa ye ez hatim
Hey hey Feratim, Ferat

Di dilên xortan hey hey
Dikelim herdem
Ber pozê dijmin hey hey
Ez xîp û kelem

Ez im xwendevanî
Ez im hişyarî
Dûr im û pir dirêjim
Wa gavan tavêjim

Wa ye ez hatim
Hey hey Feratim, Ferat

Di nav dilan de hey hey
Pir xurt û bi tîn
Di nav damarên hey hey
Xortan de bûm xwîn

Feratim, kêferatim
Karim, ez xebatim
Jîn im û ez felatim
Wa ye ez pêk hatim

Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?