Koma Berxwedan - Her Hebin Pêşmergê Me
wêneyê hunermendî:ê 116 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Her Hebin Pêşmergê Me

Her hebin pêşmergê me,
Xweş dikin jiyana me,
Her hebin pêşmergê me,
Qehremanên gelê me

Wa tên ji hêla Botanê,
Rimrim û şadî û dîlan e,
Ser rêça Bedran soz dane,
Ser rêça Egîd soz dane.
Alên wan sor hildane, hatin, hatin…

Her hebin pêşmergê me,
Xweş dikin jiyana me,
Her hebin pêşmergê me,
Qehremanên gelê me

Hatin ji Diyarbekir,
Gurzê dest Kawa bilind kir,
Hatin ji Diyarbekir,
Gurzê dest Mezlûma bilind kir,
Çek û rextan li ser mil kir,
Dilê me gelek şa kir, hatin, hatin.

Her hebin pêşmergê me,
Xweş dikin jiyana me,
Her hebin pêşmergê me,
Qehremanên gelê me

Wa hatin ji hêla Qersê,
Lo çi bi heybet û hêrs in,
Wa hatin ji hêla Qersê,
Lo çi bi heybet û hêrs in,
Ji mirinê qet natirsin,
Serhildan serê çiyan, hatin, hatin, hatin

Her hebin pêşmergê me,
Xweş dikin jiyana me,
Her hebin pêşmergê me,
Qehremanên gelê me

Hatin ji hêla Mêrdînê,
Şahî dîlan û mizgîn e,
Dilê kedxwara ditirsîne,
Çavê neyar dirijînin, hatin, hatin, hatin.

Her hebin pêşmergê me,
Xweş dikin jiyana me,
Her hebin pêşmergê me,
Qehremanên gelê me

Hatin ji çar hêlên welat,
Serkeftin kirin xelat,
Bûne serdarê rojhilat,
Biryar dan roja felat.

Her hebin pêşmergê me,
Xweş dikin jiyana me,
Her hebin pêşmergê me,
Qehremanên gelê me

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn û Cemalê Tîrêj
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?