Koma Berxwedan - Roja Me
wêneyê hunermendî:ê 3876 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Roja Me

Rewa vê axê hêsir in
Xwêdana eniya me ye
Qêrîna axê bilind e
Ji hundirê dilê me ye

Ji erd û esmanê perçe
vekir riya yekitiyê
Ji zincirê dest û piyan
Bû ayeta azadiyê

Hêza zendê hesinkaran
Banga aşitiyê tu yî
Tîna agirê newrozê
Awaza hebûnê tu yî

Aviya berbanga sibê
Xwêdana ramana te ye
Sayiya esman aram e
Xwêdana ramana te ye

Dermanê birinê me yî
Sawa şevê reş hilanî
Hêviyên me şiyar kirin
Riya serkevtinê danî

Kenê ser lêvên zarokan
Ji wêne û navê te ye
Hêsirê çavê dayikan
hesreta dîtina te ye

Evîna di dilê me de
xeml û xêza keda te ye
Tu yî roja me ya pîroz
her dem berê me li te ye

Berdewama Zerdeştê kal
Navê ked û biratiyê
Tu dîroka kevn û nû yî
Xelata mirovatiyê

Sonda me bi roja me ye
Em tirêjên ji agir in
Bawerî bi tîna te ye
Nema êdî vedimirin

Gotin: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?